HÊVÎ

Min di jîyana xwe de sê tişt hez kir, TE, DILÊ XWE Û HÊVÎKIRIN min TE hez kir, çimki ew TU bû, min DILÊ XWE hez kir, çimki wê jî te hez kiribûû HÊVÎKIRIN, çimki ez hêvi dikim, TU min rojek hez bikî û bê HÊVÎ nehêle. 

EVÎN

Navê te evîn, TU bi xwe evînek î, roja min te dît, min ne tenê te naz kir, min evîna xwe jî naz kir, ez ne te, ne jî evîna xwe dixwazim wînda bikim, TU û EVÎN bo min dil û can in, dil bê can, can jî bê dil nabe evîna min

HÊSIRÊN ÇAVÊN TE

Megrî megrî, hêsirên çavên te erd û ezman bin avê de hişt, bêje, delala min, bêje, evîna min, bêje, çavreşa min, çima ew hêsiran ji çavê te dirijin, ez dilê xwe jê bikim û berbend bikim, xwîna dilê min birije, lê bila ew hêsirên çavên te nerijin 

Tu ketîyî xewnên min,  tu ketîye dilê min, tu ketîye ruhê min, ez çi bikim ?

Ma agira bûye arî dîsa dişewute ? Ma ava bûye berf  dewam diheriqe ? Ev çavên ji te hez kirine û te dîtîye, çawa dikare yekê din  hez bike û bibîne ?

Eger rojek em li cem xwedê hat cem hev û xwedê ji min pirs kir, tu çima li dû min nehatîye, wê çaxê ezê bêjim, min biborîne; EVÎNA MIN (TU) ser û dilê min biribû, ez li dû wê çûm, TU ( xwedê) min dişewutînî naşewutînî tu dizanî.

50 SMS bi zimanê kurdî

Heval û dostên xwe bê e-mail nehêle, ji wan re e-mailên germ birêbike

kurdish-all-sms.htm